Polîtîk

Li Silêmaniyê bangeşeya hilbijartinê bi bûyeran didome

Şeva bihurî li Silêmaniyê di navbera alîgirên Lîsteya Goran û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê de bûyerek qewîmî, alîgirên herdu aliyan rabûn hevdu. Di bûyeran de 11 kes hatin destgîrkirin. Çend kesên nenaskirî jî teqe li malbenda YNK’ê kirin.

Serokê Lîjneya Ewlekariyê ya parêzgeha Silêmaniyê aşkere kir ku ji ber bûyerên şeva bihurî yên li cadeya Salim a li bajarê Silêmaniyê 11 kes hatine destgîrkirin û çend kesên nenaskirî teqe li malbenda YNK’ê kirine û wê yekê jî red kir ku hêzên dijî-terorê beşdarî aramkirina bûyerên şeva bihurî bûne.
Serokê Lîjneya Ewlekariyê ya Silêmaniyê Zana Mihemed Salih derheqê bûyerên şeva bihurî yên Silêmaniyê de civîneke çapemeniyê saz kir û aşkere kir ku ku ji ber bûyerên şeva bihurî 11 kes hatine destgîrkirin.

Salih aşkere kir ku kesên destgîrkirî dê bên dadigehkirin û dadigeh dê biryarê derheqê wan de bide.
Salih wê yekê jî red kir ku hêzên dijî terorê yên ser bi YNK’ê çûne cihê bûyeran û got: ”Ew hêza ewlekariyê ku bi kincên reş di cihê bûyeran de bû, hêzeke taybet a ser bi asayîş e ye û wek ’Operasyon’ tê binavkirin û di çarçoveya wê lîjneya ewlekariyê ku bo parastina ewlekariya Silêmaniyê hatiye pêkanîn.”
Serokê Lîjneya Ewlekariyê ya Silêmaniyê aşkere kir ku piştî ku rewş li jêr kontrola hêzên polîs û çalakiyên sivîl derçû, paşê hêzên ’Operasyon’ê çûne cihê bûyerê.

Salih da zanîn ku çend kes di wê bûyerê de birîndar bûne lê hêjmara wan aşkere nekir.
Zana Mihemed Salih aşkere jî kir ku şeva bihurî ji aliyên çend kesên nenas ve teqe li Malbenda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê hatiye kirin.
Salih daxwaz ji lîste û aliyên siyasî jî kir ku di bangeşeya hilbijartinê de heqeretê li hevdu nekin û rêzê li hemberî hevdu bigirin, cadeyan qepat nekin.

(DegêAzad)

Back to top button