Kultur

Civînek li gel nivîskarên Kurdistanê

Îro serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih li bajarê Hewlêrê digel hejmareke zêde ya nivîskarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê yên ser bi Yekîtiya Nivîskarên Kurd civiya.

Di civînê de ku wezîrê kulturê yê hikûmeta herêmê jî amade bû, serokwezîr Salih qala giringiya rola Ykîtiya Nivîskarên Kurd di qonaxên cihên de kir û got: “Xebata ku vê yekîtiyê kiriye, bi rûyê siyaset û kultura kurdî ve diyar e. Tevî ku hikumet di her tiştî de bûbû du beş, lê yekîtiya nivîskaran bi yekgirtî ma.”

Serokwezîr qala wê çenê jî kir ku hikûmet di çareserkirina pirsgirêkên wê de dê alîkara Yekîtiya Nivîskarên Kurd be. Her wiha anî ziman ku di lidarxistina kongreya wê de jî dê alîkariya wê yekîtiyê bike û daxwaz kir ku di destnîşankirina kêmasî û dîtina çareseriyan de roleke aktîf bilîze û wiha got: “Divê rewşenbîr û nivîskar di afirandina adeteke nû ya diyaloga lêktêgihiştin û dûrketin ji zimanê tûj de jî rola xwe bilîzin.”

Di dawiya civînê de nivîskaran qala kêmasî û pirsgirêkên xwe kirin û nêrîna xwe li ser hevahengiya navbera hikûmet û nivîskaran anîn ziman.

(PUKMedia)

Back to top button