Namzedê parlamentoya Îraqê Mueyed Teyb kiye
Mueyed Teyb serokê weşanxaneya Spîrêz li Duhokê yek ji berendamên lîsteya hevpaymaniya kurdistanî ye bo parlamentoya Îraqê, ew li ser wîlayeta Duhokê di rêza sêyê deye.
– Li sala 1957ê li Duhokê di xêzaneka niştimanperwer û xebatker da ji dayikbûye. Ji ber xebata wî ya niştimanî ji layê rijêmên desthelatdar li Îraqê, di jiana xwe de rastî gelek derdeseriyan hatiye. Her ji salên pênciyên malbata wî peywendî digel Partiya Demokrata Kurdistanê girêdaye, û li dema hilbûna şoreşa Îlonê, du birayên wî hatine zîndankirin û birayê sêyê jî gehşte rêzên pêşmergeyî û babê wan jî hate zîndankirin.
– Li sala 1974ê li demê destpêkirina şerî di navbera şoreşê û rijêma faşî a Bexdayê da, sê birayên wî careka dî gehştine şoreşê, û li demê şoreşa Gulanê ew û du birayên xwe gehştine rêzên pêşimergeyî û taku serehildana pîroz li sala 1991ê berdewambûn. Ew bi xwe li destpêka salên heftiyan geheştbû rêzên Yeketiya Qutabiyên Kurdistanê paşî rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê û heta nuke di nav rêzên wê partiyê da kar diket.
– Qûnaxên xwandina xwe ya seretayî û navncî li Duhokê bi dûmahî înaye û ya amadeyî (lîse) li sala 1978ê li Hevlêrê bi dûmahî îna, paşî li kolîja qanûn û siyasetê ya zanîngeha Bexdayê dest bi xwandina xwe kir, lê ji ber helwestên wî yên dijî rijêmê neçar bû xwandina xwe bihêle hêj li pola (kilas) sêyê û bigehîte rêzên şoreşa Gulanê.
– Li nîva salên heftiyan û destpêka salên heştiyan navê wî weke helbestivan ku helbestên bergîrî bi romansiyeteka şoreşgêriya ciwan di nivîsîn belavbû, û helbestên wî yên şoreşgêrî di nav rêzên gencan da wek belavokên nehênî belav dibûn û dihatine ezber kirin.
– Li sala 1978ê bû endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd û hingê biçûktirîn endamên wê bû. helbestên xwe di rojname û govarên kurdî da belav dikirin.
– Li sala 1979ê zêrevaniya çapemeniya weşan û çapkirinê a ser bi rijêma Basê vebelavkirina helbestên wî qedexekirin, lê her di nav gencan da, bi rêkên kopîkirin û kasêt û veguhastina bi devkî belav dibûn û wan helbestan hestê neteweyê gencan dişarand, û di nav rêzên şoreşê da helbestên wî bi rêka êzgê dengê Kurdistan bi şêweyekê berdewam dihatine belav kirin.
– Li sala 1983ê penaberî dewleta siwêdê dibe û li wêrê jî li ser çalakiyên xwe yên edebî, siyasî û rewşenbîrî berdewam bû, di nav yek ji endamên redaksyona kovara Berbangê bû û paşî bû sernivîserê wê, herwesa wek mamosta û wergêr bo demê deh salan li Swêdê kar kir.
– Li sala 1996ê zivirî ve Kurdistanê û li welêt li Duhokê akincî bû û bû rêveberê peywendî û ragehandinê li parêzgeha Duhokê û digel hindê jî karê xwe yê rojnamegerî bi rêve dibir.
– Li sala 1999ê dema setelayîta Kurdistan hatiye damezirandin ew yek ji damezirênerên wê bû û destekê bala di amadekirina çendîn berinamên wê yên rewşenbîrî û mêzgerdî da hebû.
– Li sala 2002ê dezgehê Sipîrêz ya çap û weşanê damezirandind ku dibîte yekemîndezgeha rewşenbîrî li parêzgeha Duhokê û bû rêveberê wê û hêşta li ser karê xwe ye. Li vî demî bi çapkirina pitir ji 300 pertûkan rabûye, her wesa heşt kovarên edebî û rewşenbîrî bi zimanê kurdî û erebî derkirîne, ya ji hemiya berçavtir kovara (Kepir) ya zarokan bû û zincîreyeka pertûkan ji bo zarokan çapkirine.
– Li sala 2002ê bû endamê mekteba nawendiya ragehandina Partiya Demokrata Kurdistanê û heta nuke yê berdewame.
– Li sala 2005ê xwandina xwe ya zankoyê bi dumahîîna û belgeya bekaloryos di yasayê da ji zankoya Selaheddîn wergirt.
– Li sala 2007ê wek endamê kara di akadîmiya kurdî da hate hilbijartin û hêşta yê berdewame.
– Sê caran dîwana wî ya helbestan hate çapkirin û çendîn pertûkên zarokan derkirîne.
– Endamê sendîka rojnamenivîsên Kurdistanê ye.
– Endamê Yeketiya Mafperwerên Kurdistanê ye.
– Xudanê destekê balaye di rewşenbîriya giştî da, nexasme di warê ziman û perwerde û edeb da.