Rojeva Kurd Sêrt: Bi amadebûna Selim Sadak Serokê Bajarvaniya Sêrtê, Osman Baydemir Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê û Gulten Kişanak Hevseroka Partiya Demokrasî û Aştiyê bi rêwresmeke mezin pirtûkxaneya Celadet Ali Bedirxan hate vekirin.
Li destpêka rêwresmê de peyama Sînemxan Celadet Ali Bedirxan hate xwendin û Bedirxan li peyama xwe de ji bo vekirina vê pirtûkxaneyê spasiya Bajarvaniya Sêrtê û gelê Sêrtê kir. paşê Gulten Kişanak Hevseroka BDP axaftinek kir û balkişand li ser girîngiya zimanê dayikê û her wiha da zanîn ku ev Pirtûkxaneya Celadet Ali Bedirxan jî wê xizmeta zimanê dayikê bike û di vî warî de spasiya hemû kedkarên pirtûkxaneya Celadet Ali Bedirxan kir.
Piştî axaftinê ji aliyê beşdarvanan ve Pirtûkxaneya Celadet Ali Bedirxan hate vekirin her wiha li pirtûkxaneyê de Selim Sadak, Osman Baydemir û Sırrı Süreyya Önder bi Kurdî û Tirkî çend helbestan xwendin.