Polîtîk

Barzanî û Burkay Kongreya Neteweyî nirxandin

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selaheddîn pêşwaziya Kemal Burkay Serokê Giştî yê HAKPAR û şanda pêre kir

Şanda HAKPAR ku ji Fehmi Demir, Bayram Bozyel, Reşit Deli û M.Celal Baykara Endamên Saziya Serokatiyê pêkhatibûn, heta demjimêrekî li gel Serok Barzanî derbarê mijarên di rojeva siyaseta Kurdan guftûgo kirin. 

Burkay bi navê HAK-PAR ê, ji bo hilbijartinên Parlemena Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir û got: “Herêma Kurdistanê hilbijartineke demokratik pêkanî. Di hilbijartinê de hemû partiyên heyi beşdar bûn û ew bi aramî derbas bû. Ew ji bo Kurdistanê, her wiha ji bo cenabê we û bo hemû Kurdan serkeftineke, her wiha jî nimûneyeke delale di warê demokrasiyê û ji bo hemû welatên herêmê.”

Her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê babeteke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Back to top button