Civak

Ciwan doza piştgirîya xebata serxwebûnê dikin

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê niha jî xwe made dike ku bi rêyên yasayî navê Kurdistanê biparêzin. Roja Komele hatî avakirin hetta niha berxwedanek hêja ji bo xwedî derketina nirxên netewî tê dayîn. Kurdên welatparêz ciwanên Kurdistanê tenê nehiştin.

Niha jî Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo raya giştî a cîhanê hemû belgeyên xwe bi zimanê ingilîzî radigihînin. Di vê derbarê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin.

Ev deqê Daxuyaniya wan e.

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Me heta niha di derbarê komeleyê de hemû belgeyên fermî ku ji me re şandin û hemû bersîvên fermî ku me ji dezgehên wan re şandine, bi we re parvekir.
Wek ku hûn jî pê dizanin, ji ber ku me navê welatê xwe li komeleya xwe kirî ye, ji me re ew qas pirsgirêk derdixin. Ev, ne pirsgirêkek nû ye. Ev pirsgirêk, bi sedsalan e dido me.

Piştî ku welatê me cara dawî bi Lozanê perçe bû, li dijî me Kurda jî êrîş û polîtîqayên tune kirinê zêde bûn. Îro dadgehkirina me jî encama ven polîtîqayan e. Di vê mijarê de ne bi tene dewletên dagirker, hemû dewletên ku peymana Lozanê îmze kirine berpirsyar in. Loma divê di mijara Kurdan de berpirsyarîya xwe bînin cih û piştgirîya me yê serxwebûnê bikin.

Ji ber van sedeman, emê belgeyên fermî yên ku ji me re şandine wergerînin îngilizî û nivîseke agahdarîyê ji hemû konsulxaneyên li Enqera û ji sazîyên Mafên Mirovan ên navnetewî bişînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

Belgeyên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi zimanê Îngilîzî:

Back to top button