Polîtîk

Kurd tu carî dest ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bernadin

Parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîoglu diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê, pênaseya welatîbûnê û daxistina benda hibijartinan li Tirkiyê sê gavên girîng bo çareseriya pirsa kurd in û wiha got: “Lê heta mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji kurdan re neyê dayîn kurd razî nabin û pirsa kurd nayê çareserkirin.”

Sê roj bo eşkerekirina çaremîn pakêta demokrasiyê ya Tirkiyê maye. Ligel ku li gorî daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan “perwerdeya bi zimanê dayikê” di pakêtê de cîh nagire lê dîsa jî gotûbêjên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê roj bi roj germtir dibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Vatan a Tirkiyê, parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîgolu derheqê vê mijarê de diyar kir ku kurd dest ji perwerdeya bi zimanê dayikê bernadin û wiha got: “Çimkî perwerdeya bi zimanê dayikê, pênaseya welatîbûnê û daxistina benda hilbijartinan sê gavên girîng bo çareseriya pirsa kurd tên hesibandin.”

Galîp Ensarîoglu her wiha destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî heta ev daxwaza kurdan neyê cîbicîkirin kurd razî nabin û pirsa kurd jî nayê çareserkirin.”

Ensarîoglu behsa hewlên hikûmeta AKPê bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê jî kir û da zanîn, di dema hikûmeta AKPê de hebûna kurd ku 80 sal bû dihat înkarkirin, hat qebûlkirin û wiha axivî: “Lê ji bo ku em bêjin pirsa kurd çareser bû divê rêka perwerdeya zimanê dayikê were vekirin.”

Li gorî wî parlamenterê kurd ê AKPê, jibilî wan sê mafên han divê navên cîh û deverên kurdî dîsa bên vegerandin û rêveberiyên herêmî bên bihêzkirin, ji ber ku îro daxwaziyên kurdan ev in û tu kes jî bona van mafan şer nake û çekan hilnagire çimkî rêka bidestxistina van mafan siyaset e û bo vê jî mercên siyasî hene.

Tê pêşbînîkirin ku pakêta demokrasiyê roja 30ê Îlonê were eşkerekirin.

Back to top button