Teknîk

Li ser Rojê teqînên girs

Daîreya Feza û Esmangeriya Netewî ya Emerîkayê ( NASA ) dimenên teqîna 6’ê Berfanbarê ya li ser Rojê weşandin.

Dimenên Rojê ji aliyê Saziya Nihertina Çalakiyên Rojê (Solar Dynamics Observatory) ya NASA’yê ve hate weşandin.Di teqînê de şewatên Rojê wekê marekî xuya dibe.

Ji ber teqînê agirekî mezin derket holê û ew agir jî 700 Hezar kîlometir drêj bûye û ew  mesafeyê jî du car ji navbera Dinya û Hîvê drêjtir e.

Di beşa başurê rojhilata Rojê de agirek wekê qamçiyekî xuya dibe.

Zanyaran da xuya kirin ku agirê ku di teqînê de derket holê di demekî kin de bitemirîne. Ji ber van teqînan ber bi dinyayê ve du curê tupên elektrîkê birêketin ji ber vê yekê jî ronahiyên cemserê pêktîne. Nayê zanîn ku piştî teqîna dawîn jî bûyerekî wisa biqewime.

Roj piştî bê dengiyê dûr û drêj di navînciyê çerxa xwe yê 11 salê de carekî dî bûbû çalak. Teqîna berê ya herî mezin jî di 16’ê Sermawezê de û pêtê nêzîkî 600 hezar kîlometir hatîbû tespît kirin.

Back to top button