Civak

Li Sakarya êrîşê Amedspor kirin

Di gruba liga duyem a fotbola Tirkiye de Amed Spor jê cih digre. Yariya Amedspor û Sakarya spor li Sakaryayê hebû. Di dema yariyê de li yarixaneya Sakarya srud û stranên nijadperstî lidan û hinek vîdeoyên ku di dema operasyonên li himber PKKê hatin kirin nîşan dan.Dema yarîzanên Amedsporê derketin derve êrîşê wan hate kirin.Gelek vekirî li Tirkiye dîwarek di navbera gelê Tirk û Kurde bi siyaseta xelet hatiye avakirin. Çikas xeletiya dewletê heye, ewkas jî xeletiya HDPê heye. Heta radeyekê mirov dikare bijê belkî ev yek bi weşartî bi yek nawendekî de tê organîze kirin.Li himber vê yekê HDP daxûyaniya dide û dibêje : Ev ne li gota normên biratiyê ne û xizmetê ji aşitiyê re nake. Başe kijan aşitî kijan biratî? Behsa vê yekê nayê kirin. Di bingehê xwe de siyaseta HDPê ya ku girêdayê Qendîl tê rêvebirin sedemek bingehîn ya van bûyerane.Eger hêzek siyasî nikaribe di nava xwe  de, nava gelê xwe de warek aşitiyane ava bike , li tu deverekî nabê behsa aşitiyê bike. Li vê derê siyaseta dewletê kifşe û zelale. Dewlet kurda dide aliyekî û hemû mafên kurda hatiye binpêkirin . Lê gelo HDPê çi dike? Çikas dikare behsa mafê Kurda û Kurdistanê bike? heta HDPê di bin siha Qendil debe nikare bibe dezgehek demokratik di nava xwe de, ji bo vê jî siyaseta wan a çewt dibe sedem ku  bûyerên bi vê awyî çêdibin û gelek deveran rojane dijitiya li himber kurda behtir dibe.Lê ew hêja behsa birayetêya  gelan, aşitiyê dike.. Tiştekî ku tu bi xwe lê nebawerbî û di nava xwe de pêkneynî behsê neke. Ji bo ev helwest zererê dide xelkê Kurdistanê.

Back to top button