Polîtîk

Giran: Bila li gora dengê partiyan standîn hevkarî li gel wan werê kirin

Berpirsê karûbarên kulturî yên parêzgeha Silêmaniyê Babekir Dirreyî (endamê Gorranê) li ser şeklê pêkanîna hikûmeta nû daxûyaniyek da BasNewsê û got : Çima hilbijartin tê kirin. Ji bo wê tê kirin ku her hêz û partiyek bizane giraniya wê çîye û çiqas dengên wê heye. Ji ber wê jî divê bi qasî giraniya her partî û hêzekê pê re hevkarî bê kirin.Babekir Dirreyî her wiha got:Eger ji giraniya partiyekê zêdetir yan kêmtir bê dayîn, neheqî li yên din tê kirin. Ji ber wê jî ya baş û demokratîk ew e li gorî giraniya her kesî bê re li hevhatin were kirin.PDKê jî beriya niha ragihandibû, ew êdî mîna berê nakin û dê li gorî giraniya her partiyekê pê re reftar bikin.Hukumeta ji berî niha cardin YNK û PDKê her yekî 5 wezîr di hukumetê de hebûn, lê PDK ducar YNKê deng anîbûn. Ev yek tu keşeyekî çareser nake û kêşeya gelektir dike.Hilbijartin tên kirin ji bo ku, her partiyek li gora dengên girtî di parlementoyê de bê temsil kirin. Heta hinek partî ji bo kêm anîna dengan nikarin bikevin di parlementoyê de.  Hilbijartin mafêk herî demokratîk yê xelkêye û hukumet û desthilatdarên welatê xwe hilbijêrin.Dema hukumet jî bêne avakirin hêjmara endamên ku partiyan rêkirîn parlemetoyê bingeh tê girtin. Rastî eve. Lê mirov dema hinek sedemên din dide nîşandan û li gel hêzekê bi keysû fesalê li mirov bîne hevkarî bêne  kirin. Di encamê de xusar heye.

Back to top button