Polîtîk

Niha jî dora muxtaraye

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di axavtinek ya xwe de behsa rewşa muxtara kir û got: Ew muxtarên li himber êrîşên PKKê teslim dibin û helwesta pêwist nastînin emê muhaseba wan bikin.Li ser axavtina Erdogan wezîrê navxwe Suleyman Soylu di derbarê hinek muxtaran de lêpirsîn destpêkir.Ji berî niha 365 gundparêz jî ji karê wan hatin dûrxistin. Gundparêz di heman demê de bi tohmeta pêwendiya li gel PKKê dana dadgehê û di derbarê wan de doz hate vekirin.Niha jî dixwazin heman tiştê li himber muxtaran jî bikin.Li Bakur rastiyek heye ku, di dema pêvajoya “ çareseriyê “ de hukumetê çavên xwe ji hemû çalakiyên PKKê girt û li gelek deveran nêzikî bingehên leşkerî bingehên PKKê jî hebûn û gerilla lê diman. Gelek gundî û muxtar jî bi agadariya dewletê çûyin hatin a kampên PKKê dikiran. Heta gelek cara parêzera ji xelke kî daxwaz dikiran herin kampên PKKê da ku daxwaziyên wan bighînin.Niha ev insanên bi xwe, bi tohmeta hevalbendiya PKKê têne girtin. Ji berî hemû tiştekî pêwiste dewlet ji berî xelke bê xalîxerez muhaseba xwe bike û bi heceta PKKê xelkê cezaneke.

Back to top button