CîhanRojev

Li Rojhilat greva giştî dest pê kir

Di yekemîn salvegera serhildana çalakîyên piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji alîyê hêzên rejîma Îranê ve li Rojhilat û Îranê destpê kiribû, sala xwe ya yekemîn bi dawî kir.

Bi boneya salvegera serhildanê li Kurdistan û cîhanê xwepêşandan tên organîzekirin.

Li gor zanyarîyên destpêkê, bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye û Mehabadê di nav wan bajarên ku greva giştî lê hatiye lidarxistin de ne.

Li gor agahîyên belav bûne, hêzên rejîma Îranê li gelek bajarên Îranê bi taybet Rojhilat tedbîrên xwe yên ewlehîyê zêde kirine û gelek hêzên rejîmê jî li bajaran hatine bicîhkirin.

Back to top button