Rejîma Îranê di yekemîn salvegera kuştina Mahsa Emînî de tedbîrên xwe li hember xwenîşandanan tund kirin. Hat ragihandin ku endamên komên dijî rejîmê yên ku dixwestin bêewlehîyê çêbikin hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya Mêhr a Îranê, Cîgirê Parêzgerê Kurdistanê Mehdî Ramazanî ragihand ku hêzên ewlekarî û îstixbaratê li bajarên Merîwan û Bane li dijî grûpên ku dixwestin bêewlehîyê li herêmê çêbikin operasyonek pêk anîn.
Rayedarê Îranê diyar kir ku kesên hatine binçavkirin bi komên terorîst ên li dijî rejîmê re têkildar in, lê agahî nedaye kîjan rêxistin e û wiha got: “Ev rêxistinên terorê plan dikirin ku di asta dewletê de bêewlehîyê çêbikin. Berî ku bikevin tevgerê me planên wan bêbandor kirin”.
Ramazanî da zanîn ku di operasyonan de ji kesên hatine binçavkirin gelek çek û cebilxane hatiye desteserkirin.
Ji alîyek din ve çavkanîyên opozisyonê îdia kirin ku di salvegera koça dawî ya Mahsa Emînî de bavê wê Emced Emînî dema ji mala xwe derdiket li bajarê Seqiz a parêzgeha Kurdistanê hat binçavkirin. Ajansa fermî ya Îranê IRNA di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de ev îdia red kir û ragihand ku bavê Emînî û malbata wî li bajarê Saqiz li mala xwe ne û nehatine binçavkirin.