
Karesata lehiyê ya ku di 10ê Îlonê de li Lîbyayê ji ber bahoza Daniel pêk hat, di nav bajarên rojhilatê welêt de herî zêde bandor li Derna kir. Li bakur bi Behra Spî û li başûr jî bi girên Cebel el-Ahdar (Çiyayê Kesk) ve, zirara ku lehîyê daye Derne ji bajarên din gelek zêdetir e. Gelîyê ku Derne dike du parçe, bi ava barana ku ji ber bahoza Danîel pêk hatibû tijî bû û asta avê derket astek nedîtî. Ji ber vê yekê zextek mezin li du bendavên herî girîng ên ku avê di gelîyê de digirin kir û ava lehîyê bû sedema hilweşîna bendavan. Ji ber bendavên hilweşiyayî mal û wesayît bûn xirbe, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Çaryeka bajarê ku nifûsa wê 100 hezar e ji nexşeyê hat paqijkirin; zevîyên çandinîyê di bin avê de man. Her wiha asta wêranîya ku bi kêmbûna avê pêk hat jî hat eşkerekirin. Li bajarê ku kolan veguherî derya herîyê û goristana wesayîtan, behr jî bi cenazeyên mirovan tijî bû.
Plansazê bajarvanîyê Kanakis Mandalios ku ev zêdetirî 40 sal in li Lîbyayê dixebite ji BBCyê re axivî û go:, “Diviyabû bendav hilweşîyana. Divê mekanîzmayek ji bo rijandina ava ku ji ber barana zêde pêk tê hebûya”. Mandalios dibêje ku ji sala 1997an û vir ve li Lîbyayê ti planên bajarî yên nû nehatine amadekirin, ev jî mezinahîya karesatê zêde kiriye.
Heyva Sor a Lîbyayê ragihand ku hejmara mirîyan li Derneyê ji 11 hezar û 300 kesî derbas bûye. Xaça Sor jî daxuyand ku hejmara kesên di karesata lehîya li Lîbyayê de winda bûne gihîştiye 10 hezarî. Şaredarê Derne jî diyar kir ku hejmara mirî û windayan wê bigihêje 20 hezarî.