Civak
Li navbera Pêşmerge û pasdaran da şer derket
Li navçeyên tixûbiyên Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê şer li navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Artêşa Pasdarên Îranê de rûda.
Li gor zanyariyên Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ser bi PDKI “Demjimêr 6ê êvariya roja çarşem, desteyek cehş û pasdarên rêjîma Îranê, li navbera Dola Meydan û Xolserê bi mebesta êrîşkirina hêzên Pêşmerge, tixûbê di navbera Pîranşar û Helgurd derbas kirin. Paşê şer li navbera wan û destpêkir ew hêzên ser bi supaya pasdaran berev binkeyên xwe reviyan” .
Supayê pasdarên Îran hîç daxuyaniye di derbarê vê şerê ser tixûbê Pîranşar de belavnekiriye.