Polîtîk
Li Mûsilê PDK û YNKê baregayên xwe çol kirin
Şer û pevçûn navbera leşker û hêzên emnî yên Îraqê û çekdarên bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarê Mûsilê berdewame û bajêr ketiye jêr kontirola DAÎŞ ê.
Piştî çekdarên DAÎŞ avahiyên hikûmetê û bi tyabetî avahiya walîtiya Mûsilê xistiye jêr kontirola xwe, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) baregayên xwe li bajarê Mûsilê çol kirin û ji bajêr derketin.
Li dor hin çavkaniyan waliyê Mûsilê Esîl Nûcîfî ber bi bajarê Duhkê reviye.
Weke tê zanîn 6ê vê mehê çekdarên DAÎŞê ji nişkave êrîşî ser Mûsilê kir û di nava çend demjimêran de nivê bajêr xiste jêr kontirola xwe û hêzên emnî, polîs û arteşa Îraqê nikarin bergiriyê bikin.