Polîtîk

Exxon Mobil piştgîriya firoştina nefta Kurdistanê dike

Li gor raporekî taybetî kompanya mezina li warê neft û uze Exxson Mobîl ya Amerîkî li gor rêkkeftinekî li gel kompanya uzeya Tirkiyê ku ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve xwedîtî lê tê kirin piştevaniya xwe ji bo şandina nefta Herêma Kurdistanê derbiriye.

Malpera Iraq Oil Report ku yek ji berdevkê ne fermiyê kompanyayên biyaniyên neftî yên Herêma Kurdistanê tê zanîn raporekî taybetî da belav kiriye ku her yek ji kompanya Exxson Mobîl a Amerîkî ku bi mezintirîn kompanya warê neft û uze hatiye danîn piştevaniya xwe ji bo şandina nefta Herêma Kurdistanê derbiriye.

Ji aliyekî din ve li gor nûçeya ajansa Oil Street Jornala Amerîkî barhilgirekî dinê neftî yê Herêma Kurdistanê bi yek milyon bermîl ve ku navê wê (United Embilem) e bendera Ceyhana Tirkiyê bi cîh hiştiye. 

Back to top button