Polîtîk

Ji bo dirustkirina dewletekî Kurdî sedem gelekin

Ajansên nûçeyî rojane babetek di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de belav dikin û wiha dinirxînin ku Herêma Kurdistanê roj bi roj ji serxwebûnê re nêzîk dibê.

Li raporeke nû da “Ajansa nûçeyiya Reuters û çend ajansekî din li malperên xwe de babetek di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de bi navnîşana “Kurdên Herêma Kurdistanê nêzîkin li ragihandina serxwebûnê” nivîsiye.

Her yek ji ajansên Reuters û Rûsya News û Jerusalem post û World News, babetek kirine manşêta malperên xwe ku behsa senaryoyên serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

Şarezayekî siyaseta Rojhilata Navîn û Kurdistan bi navê “Ora Bêngîo” dibêje “Herêma Kurdistanê gelek nêzîkî ragihandina serxwebûna Kurdistanê bûye. Bêngîo ku xwediyê kitêba “Rabûna Kurd” e jî wiha bawere serxwebûna aborî girîngtirîn sedema ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button