Cîhan

Li Misrê xelk dengê xwe didin

Piştî têkçûna serokê Misrê Husnu Mubarek, ev cara yekem e gelên Misrê ji bo desthilatdariyek nû diçin ser sendoqan û dengê xwe didin.

Xelkê Misrê dijê rejima Husnu Mubarek  xwepêşandanên mezin kirin û bi rojan çadir û xêbetên xwe li meydana herî mezin ya li nawenda bajarê Qahîrle danîn û heta Mubarek mecbur ma ji dest desthilatê berda.

Lê dema Mubarek çû ji bo desthilatdariya Misrê konseyek leşkerî hate avakirin û vê konseya leşkerî îdara welatê Misrê dikir.
Lê cardin gelên Misrê ev yek qebûl nekirin, di bin desthilata konseya leşkerî de nexweşiyên siyasî û civakî berdewam kirin. Gelk hevwelatiyê Misrê yên krîstiyanên qitbî hatin kuştin.

Xelkê Misrê cardin berê xwe dan meydana Tehrîr û dijê konseya leşkerî dest xwepêşandana kirin. Bi midexeleya leşker û polîsan bi dehan xelk li Meydana Tehrîr hatin kuştin. Lê xelkê xwepêşandanên xwe berdewam kir.

Konseya leşkerî mecbûr bû ku rojek zûtir hilbijartina pêkbînin da ku xelkê Misrê desthilatdariya xwe hilbijêre.

Îro cara yekem xelk diçin dengê xwe didin ji bo desthilatdariya Misrê ya nû hilbijêrin. Kesek ji hilbijerên Misrê daxuyaniyek ya xwe de ji bo ajansan dibeje: berê jî dengdan hebû, lê tu bihayê dengê xelkê tunebû. Ji ber ku encam kifşbûn. Lê niha dê dengê me encamê kifş bikie.

Rojevakurd

Balkêş e ?
Close
Back to top button