Lêborîn û îtîraf

23’yê Kanûnê dîrokeke pir girîng bû. Hinek insanan gotin, Serokwezîr ev lêborîn bi armanceke sîyasî got, ew dixweze bi vê gavê Kemal Kiliçdaroglu di zorê de bihêle. Bi çi sedemê dibe bila bibe, di dîroka me de cara ewil, serokwezîrek li ser navê dewletê lêborînê dixweze. Belgeyên ku guneh, fedî û qirêjîyên wê heyamê nîşan didin îfşa kir.

Okay Gönensin gotîye şîpela m’enewî li pey ma.

Belê wisa ye.

Di dîrokên hemû welatan de gelek qetlîyam, qirkirin û bêedaletîyên ku lêborînê hewce dikin hene. Ev li hemû dinyayê wisa ye feqet li rojhilat di pêvajoyên çêkirina dewletên netewî de piçekî din zêdetir e. Li rojhilat çêkirina dewletên netewî li ser opersayonên dînî û etnîkî re hatîye kirin

Ji van welatan hinek, bi polîtîqeyên red û înkarê dixwazin jîyana xwe bidomînin. Civakên wisa jîyana xwe bi rêvebirineke otorîter, bi zext û zordarîyê û bi gelemperî jî bi tirsa perçebûnê didomînin.   

Belê bi gelemperî li ser tirsa perçebûnê avabûne dewletên wisa.

Civak û dewletên din lêborîn û îtîrafan dizanin, her tim derîyê lêborînê vekirî dihêlin. Qiymeta herî pir didin insanan. Dewlet û milletên wisa di ser derîyên lêborîn û îtîrafan re telafîkirina xeletîyên xwe, paqijkirina paşeroja xwe her tim dizanin. Bi vî awayî jî di avakirina pêşerojê de her tim bi ser dikevin.

Dewletê me ji bo koma yekemîn mînakeke xweşik e. 

Axaftin û lêborîna Serokwezîr Tayyip Erdoğan ji bo rizgarbûna ji fikrên otorîter gava ewil e. Ji ber vê yekê ev lêborîn pir girîng e.

Bûyerên ku li Dersim’ê qewimîn, ma êdî kesê ku nizane ma?

Bi reqamên resmî 13 hezar cînayet 11 hezar nefî (Sirgun) hene. Yê ku dike artêş e…  yê ku dide kirin jî hikumet e. Armanc (mabest) îmha ye… Tu eleqeya vê bûyerê bi îsyanê re tune ye. Jixwe îsyaneke berbiçav jî tune ye. Ev qetlîyam di sala 1926’an de hate plankirin û di du qonaxan de jî hate peyikandin.

Axaftina Serokwezîr gaveke lazim bû. Feqet her kes dizane ku ev lêborîn bi tena serê xwe têrê nake.

Gelo tenê Dersim heye? Tu dem û dewranên din yên reş û tarî tune ne.

Gelek in…

Di heyama Cumhurîyetê de li dijî musewîyan bûyerên Trkaya sal 1934, bêşa (baca) maldarîyê sal 1942, bûyerên 6 û 7’ên îlonê, jidsetgirtina malên Ruman sal 1963, girtîgeha Diyarbekir sal 1980 û di dawîyê de sal 1990, cînayetên ku bi destê dewletê hatin kirin.

Gelek bûyerên ku em li ser bifikirin hene. Hebûna van bûyeran her kesî aciz dike. Em ji bo van bûyeran nikarin bêjin ‘heq kirine’ Fikrekî wisa derveyê exlaqê ye. Divê êdî fikr û ramanên wisa van axan terk bikin.

Ev civak êdî dizane ku tarîtî tenê bi heyama cumhurîyetê ne sînorkirî ye. 

Heyama dawî ya sedsala 19. Bi taybetî jî sala 1915, ma ne trajedîyeke mezin bû. Hemû tiştên ku qewimîn em dizanin lê mixabin em hîn jî înkar dikin.

Lêborîna Serokwezîr em hêvî dikin ku wê bibe destpêkeke rastîn.

 

Ali Bayramoğlu

xeberênkurdi.com

 

Nerîna min :