Civak

Li Kurdistanê zengilê sala nû ya xwendinê lêda

Îro Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Perwerde, Karbidestên Perwerde, Mamosta û xwendekaran zengila vekirina xwendingehên Kurdistanê ya sala xwendina 2013-2014 lêda. 

Îro sêşem 10/09/2013 sala xwendina xwendingehên Kurdistanê destpêkir û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Xwendingeha Bineretiya Ruxsar a li paytexta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Perwede û Karbidestên Wezareta Perwerde û Mamostayan, yekem zengila destpêkirina xwendina xwendekaran ya îsal lêda.

Heman demî de li gel Hewlêra paytext, sala nû ya xwendinê li hemû bajar, bajarok û gundên Herêma Kurdistanê destpêkir.

Back to top button