Îroj

Barzanî: Şoreşa Eylûl yekbûna neteweyî ya Kurd pêkanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro bi rêzgirtinê ve beramber 52. salvegera hilpêkirina şoreşa mezina Eylûl rawestayîn, şoreşek ku ji bo yekemcar li dîroka gelê Kurd de hêz û wêrekî û bawerî bi xwebûna bi gelê Kurd bexşî û li dîroka gelê me û destpêka retkirina dagîrkeriyê de bû werçerxanekî girîng.

Şoreşa mezina Eylûl bû yekem mizgîniya dawî hatina desthilata pir li zulm û sîtema dagîrkeran û bû yekem pirîşka azadiyê. Wê şoreşê karî yekemcar yekbûna neteweyî ya Kurd ji bo gelê xwe bike diyarî û dawiyê bi hesta herêmayetiyê û bê hêzî û belavbûnê anî û baweriyeke polayî bi xelkê bexşî û hemû xelkê Kurdistanê li dewrûbera xwe komkir û civaka berbelava Kurdistanê kir civakeke bergirîkar û baweriya polayî ku êdî zulmê qebûl nedikir û dakokiyê li mafên neteweyî û nîştîmaniyên xwe dikir.

Şoreşa mezina Eylûl bi Serokayetiya Barzanî yê Nemir karî dawî bi wê xewna dijminan bîne ku wiha bawerbûn Kurd nikarê li bin yek sêwanê de kombibin. Şoreşa Eylûl hesta berxwedanê li nav xelkê Kurdistanê de çand û hêz û şiyanê pê bexşî da ku li ser dagîrkariyê de biçin û zulm û sîtemê ret bikin. Dema bîranîna şoreşa mezina Eylûl dikin divê behsa rola birayên Ereb, Turkmen, Aşûrî û Kildan bikîn ku hevsenger û hevxebatê me bûn û bi navê azadî û pêkvejiyanê de xwîna xwe bexşîn. Şoreşa Eylûl li gel wê yekê ku şoreşekî berxwedanê bû dijî zulm û sîtemê, li heman demê de bû şoreşekî civakî. Her wiha yekem bingeha çaksaziya li warên civakî, jîngeh, tendirustî, malbat, perwerde û dadperweriyê de darişt û ji bilî li xebata Pêşmergane û berxwedanê, xwendingehan li gundan de vekir û yekem zanîngehê li herêmên azadkirî de himbêz kir. Mamosta hem Pêşmerge bûn û hem zarok û gedeyên xwe perwerde dikirin, Mamostayên olî jî rolekî nîştîmanperweraneya mezin dît ku heq wiha ye bikin sermeşq. Şoreşa Eylûl şoreşa hemû çînan bû, jin wekî dayik û wekî piştgirê eniya şer rolekî mezin dît û qurbaniyeke zêde pêşkêşî gel û welatê xwe kirin.

Em niha li demek de bîranîna vê şoreşa mezin dikin ku Herêma Kurdistanê li pêşketinên berdewamdaye û bûye mînakeke xweşikê aramî û binyadnanê. Lê belê hê jî pêwîstiya me bi wê rûya berxwedan û bawerî bi xwebûn û yekrêziyê heye ku şoreşa mezina Eylûl bi me bexşiye. Ji ber ku hê jî gelê me rû bi rûyê wan daxwazan dibe ku kar ji bo bê îradekirin û şikandina me dikin û herdem ji bo wê merama xwe çavê wan li wê yekêye ku bi destê xwe em îradeya xwe bişkînîn û ruhê me yê şoreşgerî bikujênin.

Ji bo wê yekê pêwîste wekî berî çav vekirî û hişyar bîn û bi yekrêzî û hevkariyê hewla dabînkirina paşarojeke geş ji bo gelê me bidîn. Li vir de rû li xort, law û xwendekaran dikim û daxwaz ji wan dikim dîroka xebat û têkoşîna gelê xwe binasin û waneya bawerî bi xwebûn û xweragiriya Pêşmerge bikin çiraya rêya xwe û bi îradeyekî bi hêz ve xwe ji bo paşarojeke geş amade bikin û rê nedin hewla plangeran ji bo têkdana dîroka me û dûrxistina wê ya li rêya welatparêzî û neteweyî serbigre.

Li vê salvegera bi rûmet de silav ji bo Pêşmergeyên şoreşa mezina Eylûl dişînin û serê xwe li hember şehîdên xebata rizgarîxwaza Kurd bi giştî û şehîdên şoreşa mezina Eylûl bi taybetî nizim dikin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10.09.2013

Back to top button