Polîtîk

Ellawî: Demokrasiya Kurdistanê mînak û hêviyeke girînge

Îro sêşem 10.09.2013 li Hewlêra paytext birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye û Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Nîştîmaniya Iraqê û şandekî bilinda Lîsta El Iraqiye kir.

Li destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê derbirî û aramî û pêvajoya demokrasiya Herêma Kurdistanê bi mînak û ji bo Iraqê hêviyeke girîng wesif kirin ku li sayeya Serok Barzanî de pêkhatiye.

Paşê Eyad Elawî Serokê Lîsta Iraqiye ji bo Serok Barzanî bi kurtî behsa pêvajoya siyasî, emnî, aborî û civakiya Iraqê kir û bi pêwîstî zanî ku pêvajoya siyasiya Iraqê bikevê ser rêyekî dirust û hemû hêzên siyasiyan li hewla berdewam de dibin ji bo dûrketina ji wê eşîriyê û hêzên siyasî jî xizmetguzarî û çalakiyên nîştîmanî bikin pêverên karê xwe.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî piştî bi xêrhatina şanda mîhvanan, di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê de balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya siyasiya Iraqê pêwîstî bi niyazpakî û pabendbûna bi peymaneke navbera aliyê siyasiyan de heye û her wiha pêwîste hêzên siyasî îradeyekî serbixweya nîştîmanî hebe û armanca wan ya serekî aramiya welat û bexteweriya welatiyan be. Di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku hilbijartina Parlemen hengavekî dine ji bo bihêztirbûna bingehên demokrasiya Herêmê û pêvajoya helmeta propagandaya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê de bi awayeke xwezayî birêve diçe.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî peyam û armancên Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo şanda mîhvan şîrove kir û ragihand ku peyama Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo gelên herêmê û cîhana derve peyama aştî û pêkve jiyan û dûrketina ji tundiyê dibe. 

Pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Suriye û paşaroja siyasiy Suriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû. 

Back to top button