Polîtîk

Serok digel Turkmen, Mesîhî û Kakeiyan civiya

Îro sêşem 10.09.2013 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kesayetî, aliyên Turkmen, Mesîhî û Kakeiyên Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî bi mebesta piştgirîkirina li maf û daxwaziyên xuşk û birayên Turkmen, Mesîhî û Kakeiyên Kurdistanê û ji bo piştgirîkirina wan ya beşdarîkirina li hilbijartin û pêvajoya siyasiya Herêmê gotarekî pêşkêş kir.

Li vê gotarê de Serok Barzanî tekez li ser pêkvejiyana aştiyaneya di navbera netewe, ol û pêkhatên Kurdistanê kir û daxwaz kir hemû aliyek hewl bidin parêzgeriyê li vê pêkvejiyanê bikin û got: Em hemû pêkve dijîn û birayên hevdû ne li mirovayetî û li bendegiya xweda û birayên hev yê li welatîbûnê ne. Nabê tu aliyek bi biyaniyê zorîne, xwe ji alî yan pêkhatekî din bi mezintir bizane.”

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku her li destpêka raperînê me daxwaz kir ku hilbijartina azad li Kurdistanê de bê encamdan û li qonaxa şer’iyeta şoreşgerî berev qonaxa şer’iyetî yasayî û destûrî ve biçîn. Di derbarê qonaxa niha ya Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêgeha Herêma Kurdistanê li nav cîhanê de pêgehekî ber bi çave û paşarojeke gelek geş li benda Herêma Kurdistane.

Di derbarê hilbijartinên Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku serketina Kurdistanê û serketina pêkvejiyan, aştî û tebayî li hemû serketinek mezintire. Li beşekî dinê gotara xwe de ji bo kesayetî û aliyê Turkmen, Mesîhî, Kakeyî û çînên dinê Kurdistanê daxwaz kir ku bi coşî ve beşdariya hilbijartina Parlemena Kurdistanê bikin ji ber ku hilbijartinekî girîng û çarenûssaze û beşdariya pêkhatên Kurdistanê beşdarîkirina wane li çarenûsa wan û dewlemendtirkirina pêvajoya siyasiya Herêma Kurdistane.

Back to top button