Polîtîk

Ji dev komploya berde

 

Rojnameya Hewlêr bi nivîsekê de behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê û hevrikiyên di navbera partiyên siyasî kiriye ûdiyar kiriye ku serokê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa “sazî û navendên reşkirinê ava kiriye û dixwaze bi kûdetayê desthilatê bixe destê xwe”.

Di beşek din a nivîsê de Newşîrwan Mistefa bi têkdana asayişa netewî hatiye tohmetbarkirin û wiha hatiye nivîsandin: “Newşîrwan Mistefa planek mezin daniye da ku asayişa netewî têk bide û hilbijartinên îsal jî tevlihev bike.”

Li gorî nivîsa rojnameya Hewlêrê, “destê Newşîrwan Mistefa hatiye xwendin û eger dest ji reşkirin û dariştina komplo li dijî gelê Kurdistanê bernede wê çaxê divê yasa bi pêsîra wî bigire û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji wî teibayî rizgar bike.”

Tevgera Gorran diyar kir ku ew rast nabînin bersiva nivîsa ku nivîskarê wê nayê zanîn, bidin lê dibêjin, Gorran tu desthilatek wê nebûye ku heta gelê Kurdistanê ji rê derbixe û bixapîne û nivîsê jî wek “propagandeyek bêbingeh” bi nav dikin.

Bi destpêkirina propagandeyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, tevgera Gorran doza rexneyên xwe yên li hember PDKê tûjtir kiriye û ev jî bûye sedema nerazîbûna PDKê.

(Rûdaw)

Back to top button