Civak

Li Kurdistanê nêçîra masiyan hate qedexe kirin

Li 15 ê vê mehê ve û heta sê mehan ji bo parastina samana masiyên li Herêma Kurdistanê, girtin û nêçîra masiyan hatiye qedexe kirin.

Dr Azad Xoşnaw Birêveberê Ragihandina Birêveberiya Giştî ya Samanên Ajel û Veterînerî ragihand bi mebesta parastina samanê masî ji navçûn û kembûnê û li gor yasaya hejmar (48 sala 1976) nêçîra masiyan li seranserê Herêma Kurdistanê hatiye qedexe kirin.

Her wiha got: “Hemû nêçîrvan û masîgirên (Qulab û tor û rêyên din) agahdar dikin ku ji 15ê mehê ve heta sê mehan nêçîra masiyan bi hemû cûreyên nêçîrkirinê ve li gol û çem û rûbaran hatiye qedexe kirin.”

Back to top button