Polîtîk

Barzanî: Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê meye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hemwelatiyên ezîzên Kurdistanê

Bi helkefta hatina salvegera adarê pîrozbahiyeke germ li we dikim. Gelek helkeftên şadbexşên neteweyî û hinekî pir azar jî ketine meha adarê. Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê meye û waneya berxwedan û bawerî bi xwebûna gelê Kurdistane. Adar serkeftina raperîna mezina gelê meye, bîranîna kîmyabarana Helebçeya şehîde, bîranîna ragihandina peymana Yanzdehê Adare, her wiha adar destpêka newroza cejna me ya neteweyî ye. Nifş bi nifş gelê Kurdistanê berxwedanê kiriye û niha nifşek pêgihîştiye bi tu awayekî girêdayî dîktatorî û dagîrkeriyê nabê û azadî û pêşkeftinê mîsoger dike.

Raperîna mezina gelê me li adara 1991 tenê ne rûdaweke biçê nava dîrokê û salane bê bîranîn, belku peyamekî herdemiye ji bo hemû dinyayê ku Kurd bindestiyê qebul nake û dema ku ji bindestiyê jî derdikeve dibê hêmaya aştî û avadanî û pêşkeftinê. Li raperîna dîrokiya sala 1991 da xelk û Pêşmergeyên hemû aliyan bê cûdahî dîtin û nêrînên xwe de ser dîktatoriyet û dagîrkeriyê da çûn û bi serkeftina raperînê wê peyamê ragihandin ku her dema Kurd yekdeng û yekhelwest bin tu hêzek nikarê rê li armanca me bigre. Her wiha piştî serkeftina raperîna Kurdistanê bûye newayekî aram ji bo hemû zulmlêkiriyên Iraqê û li piştî rûxana rejîma Be’es ve jî ew cûdahiya mezin li warê pêkvejiyana aştiyane û aramî û pêşketin û avadaniyê da li navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên dinê Iraqa Federal da heye, nîşana wê rastiyê ye ku Kurd aştîxwaze û nabê êdî mafên wê bê standin û bi zimanê êrîş û tehdîd û abluqeya siyasî û aborî muameleyê li gel da bikin.

Li meha adarê da gelê me bîranîna peymana Yanzdehê(11) Adarê bilind radigre, ew peymana ku li encama serkeftina şoreşa mezina Eylûl bû, şoreşek ku bi sadetirîn çek destê Pêşmerge berev ruyê artêşa pir çeka rejîmê yek bi dawiya yekên Iraqê dibû û encam wan neçar kir ku bêne ser mêza danustandinê yekemîn car bi awayeke fermî mafên gelê me nas bikin.

Hemwelatiyên xweşdivî:

Bîranîna tehlê meha adarê, bîranîna kîmyabarankirina Helebçeya Şehîde. Bîranînek ku divê mirovayetî bi şermê ve li asta wê da rawestê, ji ber ku ji bilî wan êrîşên dirindane û nemirovaneya li ser Helebçeyê kirin û zêdetirê pênchezar mirovên bê gunehê Kurd şehîd û hezarên din jehrawî kirin, heta niha jî xelkê wê bajarê ezîz bi destê asewarê wê kirdara wehşiyaneya rejîma Be’es ve dinalênin. Ji bo wê yekê bi girîngiyê ve li wan hewlan dibînin ku ji bo bi jenosayd nasana kîmyabarana Helebçe li asta welatan da didin. Helebçe ji bo Kurd bûye nasname û girêya bextê Kurd vekiriye, gelek qurbaniyeke wiha mezin da bê tu demekî nabê li azadî û serbestî dûr bê û hêjayî hemû çeşnên hêja rûmetê be.

Her li adarê da salvegera cejna neteweyî ya Newrozê pîroz dikîn, cejna serkeftina îradeya jiyan û azadî li ser zulm û bê dadiyê da, eve jî ji bo me wateya eweye ku encama qurbanîdan û xebata rizgarîxwaza Kurd gihîştine azadiyê, derbasbûna ji wan hemû êş û janan de armancekî zelal heye ku hilkirina agirê rojekî nû ye ji bo Kurd, rojek ku gelê me têda serbest dibê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.03.2014

Back to top button