Teknîk

Li Kurdistanê mezintirîn xaniyê plastîkî hate avakirin

Li gundê Kevirgoskê ya parêzgeha Hewlêrê mezintirîn projeya xaniyê plastikî li ser rûberê 5 donim berhemên çandinê berhem tîne, ev projeya çandinê bi sîstema Hydroponic(Cotkariya bi avê) û bi awayeke nûjen kar li ser tê kirin û armanca wê jî dabînkirina berhemên çandiniyê ye li hemû demsalên salê da.

Çendîn cûre sewzeyên xwemalî bi dirêjahiya salê bi sîstemeke pêşketî ku teknelojiya nû dixine bazar, xaniyê plastikî jûreke xwe yê kontrolê heye ku têda pîvana pileya germî û sarî ya berheman dike, li jûreke din çavdêrî tê kirin ku berhemeke bi awayeke xwezayî bê berhemanîn.

Ji bo demsala payîz û zivistanê jî çend berhemeke din hatine çandin li demsala zivistanê da gelek ji wan berheman dixin bazar.

Ev xaniyê plastikî li gelek welatên pêşketî kar li ser tê kirin û xaniyê plastikiya Kevirgoskê jî yek ji mezintirîn projeyên devera parêzgeha Hewlêre û biryare bi rûbirûyê 40 donim berhemên çandiniyê bê berhemanîn.

Back to top button