Li Kurdistanê metirsiya nemana kîtên pişkinîna Korona heye

Li Başûrê Kurdistanê rojane nêzîkî du hezar pişkinînên destnîşankirina virusa Korona tê kirin. Li Helebçe du roje kîtên pişkinîna virusê nema û pişkinîn hate ragirtin. Pişkinîn li zêdebûnê dane û êdî kîta pişkinînê beş nake. Niha metirsiya nemana kît rûbirûyê nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bûne.
Deştî Ezîz Sepereştiyarê Taqîgeha Molîkuler li Helebçe ragihand: Ji aliyê wê kompanyayeke ku tenderê wergirtibû kîtên taybet ya Kovid-19 digihişt destê me û niha li berdestê me de heye. Lê belê mixabin kêşeyek heye ku dibe ku sibê yan du sibê tûşî bibîn, nebûna kîtên ekstrakshin ku eger negihe destê me, mixabin em nikarin kar bikin û heta wê dema ku digihe destê me û emê berdewam bibîn”.
Li Taqîgeha Navendî ya Hewlêrê rojane zêdetirê 800 pişkinîn têne kirin. Heta niha kêmbûna kîtên pişkinînên virusa Korona li wan taqîgehan da rûnedane, lê belê ji axaftina Birêveberê Taqîgehê derdikevê ku wiha biçe dûr nîne ku tûşî kêmbûna kîtan bibîn.
Muhsîn Dizeyî Birêveberê Taqîgeha Navendî ya Hewlêrê ragihand: “Niha kîtên me heye, lê belê hemû xulekek egera wê yekê heye ku kît nemînê. Eger pişkinînên me zêde bibin, êdî kîtên me jî namîne, ji ber ku em li welatê xwe da kît çênakîn”.