Polîtîk

Li Kurdistanê konsolxaneya Urdin jî vedibe

Îro dûşem 25/10/2010 Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Mihemed Teysîr Balyozê Urdin li Iraq kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê Urdin li Iraq silavên rêzdar Şah Abdullahê duyem şahê Urdin gihand Serok Barzanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û şahnişînê Urdin bi dîrokî wesif kir û ragihand ku welatê wî dixwaze pêwendiyeke xurt li gel Herêma Kurdistanê da hebê. Bi awayekî ku xizmeta berjewendî û geşkirina her du aliyan bike û biryara vekirina Konsolxaneya welatê xwe jî li Herêma Kurdistanê bi biryarekî girîng danî ku dê pêwendiyan pêşve bibe.

Serok Barzanî germiya Herêma Kurdistanê ji bo geşkirina pêwendiyan û berev baştir kirina li gel şahnişîna Urdin de, da zanîn ku rêzê pêşî da li gel rêzdar Şah Abdullahê duyem çêbûye ku herdem dostê gelê Iraq û Herêma Kurdistanê buye û daxwaz ji Balyozê Urdin kir ku bi heman awayî silav û rêzên wî bigihîne birêz Şah Abdullah.

Li mijareke dinê hevdîtinê de sebaret bi hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û wan tengasiyên siyasî guftugo kirin ku Iraq bi wê sedemê pêkanîna Hikumetê paş ketiye û her du alî jî hêvî xwestin ku danustandinên berdewam berhema xwe hebê û Hikûmetekî hevbeşa nîştimaniya rasteqîne bête pêkanîn ku nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê bike.

Back to top button