Cîhan

Konsolosê Misirê yê Hewlêrê eşkere bû

Hikûmeta Misirê navê konsolosê xwe bo konsolxaneya ku biryare di mehsa çirya paşîn de li Hewlêrê veke eşkere kir.
Çavkaniyeke diplomasî ji hikûmeta Misirê eşkere kir ku wezîrê derve yê hikûmeta Misirê biryar daye ku Silêman Osman weke konsolosê Misirê li herêma Kurdistanê di meha bihêt de dest bi kar xwe dike.

Çavkaniya himûmeta nisirî ew yek jî eşkere kir ku dê di van nêzîkan de şandeyeke bala ya welatê Misirê, ji bona bicihkirina karûbarên qanûnî û wergirtina avahiya konsolxaneyê serdana herlma Kurdistanê bike û bi fermî konsolxaneya xwe veke. 

Vekirina konsolxaneya Misirê li Hewlêrê dibe yekemîm konsolxaneya welatên erebî li herêma Kurdistanê tê vekirin.

Weke tê zanîn Silêman Osman kosolosê Misirê yê herêma Kurdistanê beriya nuha wî li sefaretxaneyên misrî yên li Ruwanda, Frankfort, Vêtnam û Parîsê kar kiriye

Back to top button