Cîhan

Lîvnî : Mavî Marmara provokasyona Tirkiyeyê bû

Seroka Muxelefetê Îsraîl û Wezîra Karên Derve ya berê  Îsraîlê Tzîpî Lîvnî da zanîn ku  Tirkiye ji ber daxwaza provokakirina Îsraîlê, piştrgiriya organîzasyona alîkariya Gazzeyê kir .Tirkiye bi vî helwestê xwe daxwaza meşrûkirina Hamasê kir.

Tzîpî Lîvnî di hikûmeta berê ya Îsraîlê de wezîra karên derveyê bû û ji bo komîsyonê ku di 31ê Gulanê de ji keştiyên alîkariyê re mudaxele kir bi awayekî dilxwazî îfade da.

Lîvnî di îfadeyê xwe de bi awayekî eşkere got : Ez daxwaza bihêzkirina meşrûiyeta Îsraîlê dikim. Organîzasyonê ku xwest ji Gazzeyê re alîkarî bîne ne ji bo alîkariya însanî bû armanca organîzator ew bû ku hem piştgiriya Fîlîstiniyan bike hem jî  daxwaza meşrukirina Hamasê dikirin lê mixabin ji dinyayê piştrgirî girtin.

Tirkiye jî di vê valahiya siyasî de îstîfade kir û hewldanekî mezin da ji bo meşrukirina Hamasê piştgiriyekî mezin ji organîzasyona alîkariyê re daye.

Komîsyona ku îfadeya Lîvniyê girtin ji bo lêkolîna kuştina 9 kesan hatiye avakirin. Lê hikûmeta Enqere vê komîsyonê meşrû nabîne û ji Îsraîlê daxwaza tazmînatê dike.

Komîsyona Mafên Mirova ya Neteweyên Yekbûyî jî mudaxeleya Îsraîlê wek binpêkirine hiquqa nawneteweyî nirxandîbû.

Back to top button