Kultur
Li Kurdistanê daxwaza vekirina Zanîngehên Taybet zêde dibe
Li herêma Kurdistanê her ku diçe daxwaza vekirina Zanîngehên Taybet zêde dibe. Berpirsyarek ji Wezareta Perwerdeya Bilind da xuya kir ku 18 daxwazên vekirina Zanîngehên Taybet li benda destura Wezaretê ne.
Li ser mijara zanîngehên taybetê Berpirsek ji Kaliteya Perwerdehiyê Selah Kako da zanîn ku li herêma Kurdistanê 12 zanîngehên taybet hene ku ji wan re destûr hate dayîn lê tên 10 ji wan zanîngehan destpê perwerdehiyên kirine.
Selah Kako di derbarê zêdebûna daxwazên zanîngehên taybet jî got : Li herêma Kurdistanê her ku diçe daxwaza vekirina zanîngehên taybet zêde dibe.
Kako diyar kir ku ji berê ya peywirdariya xwe 18 daxwaz hebûn lê her ku diçe ew daxwazên zanîngehên taybet zêde dibin.