Civak

Kurdistan amadekariya rakirina îdamê dike

Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlemtoya Kurdistanê ji ber rakirina îdamê amadekariya guhertina zagonan dike.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlementoya Kurdistanê li ser nimûneyên welatên dî yên ku îdamê rakirin dixebite.

Komîsyon ji ber rakirina îdamê mafên mirovan esas digre û ji ber ku cezayê îdamê li dijî mafên mirovane destpê xebata amadekariya zagonek dike.

Komîsyon ji bo pêşkeşkirina Parlementoya Kurdistanê li ser zagonekî nû dixebite.

Di halê hazirê de li herêma Kurdistanê 135 girtiyên îdamê hene û heta niha cezayê wan nehatiye înfazkirin.

Komîsyona Mafên Mirovan berê jî li ser van girtiyan xebatekî dikir û diyar kirîbûn ku girtiyên îdamê demekî drêje ku li benda înfazkirina cezayê xwe ne û ew jî bû sedema xirapbûna psîkolojiya van.

Back to top button