Cîhan

Talîban ji bo xwendina keçikan destûr da

Wezîrê Perwerdehiya Afghanîstanê Faruk Vardak da xuya kir ku Talîban dev jê dijberiya xwendina keçan berda.

Faruk Vardak ji bo rojnameya The Timesê axaft û da zanîn ku qasî ku ez bihîstime di rêveberiya Talîbanê de biryara desturê perwerdehiya hate dayîn û ne li dijî  xwendina keçikane.

Vardak di hevpeyvina xwe de balkişand perwerdehiya li dema Talîbanê û got: Di dema Talîbanê de ji nav mîlyonek xwendekaran, xwendekarekî keçik tinebû. Lê îro ji xwendekaran %38ê keçikin û ji mamostayan ji %30 jî stîne.

Li Afghanistanê di dema desthilatdariya Talîbanê de ji ber zagonên şerîatî xwendin û perwerdehiya keçikan hatîbû qedexekirin.

Back to top button