Civak

Li Kurdistanê 85 rojnamevan tûşî Korona bûn

Sekreterê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê eşkere kir ku 85 rojnamevan tûşî Korona bûne û zêdetirê wan jî li parêzgeha Silêmanîne. Balê dikşîne li ser wê yekê ku hinek dezgehên ragihandinê zanyariyên xwe ji wan vedişêrin û hejmara tûşbûyên rojnamevanan bi Korona eşkere nakin.

Hakim Azad Hemed Emîn Sekreterê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ragihand: “Heta niha 85 rojnamevan li Herêma Kurdistanê tûşî Korona bûne, ji wê hejmarê da jî şeş rojnamevan jinin, zêdetirê wan rojnamevanên tûşî Korona bûne li devera parêzgeha Silêmaniyê ne”.

Her wiha got: “Beşeke zêdeyê wan rojnamevanên tûşî Korona bûne li nav studyo û dezgehên xwe ne, neku peyamnêr û rojnamevanên meydanîne, li vir da jî yekemcar kargêriya wan dezgehan berpirsin”.

Back to top button