
Kanye West hunermendê navdarê stranên rap û hevjîna Kim Kardashian, berbijêrbûna xwe ya ji bo posta Serokayetiya Amerîka ragihand û astengeke din ji bo Serokê Amerîka li ber pêşbaziya serokayetiyê peyda kir.
Kanye West dosteke nêzîkî Trumpe û berê çendîncar li Koşka Spî û li hotêlên Serokê Amerîka li gel Trump civiya. West li twitterê de nivîsiye: “Niha divê bi baweriya xwedê peymana Amerîkayê bikîn rastî, em nêrîna xwe yek bixîn û paşeroja xwe ava bikîn”.