Wezareta Tendirustiya Kurdistanê di derbarê rewşa Koronayê de amarên dawî eşkere kir. Wezaret di daxûyaniya xwe de dibêje ku; 24 demjimêrên borî de 621 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 228 kes li Hewlêrê, 101 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 17 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 630 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 106 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 366377
Mirin: 6566
Başbûn: 350355
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.