Li Kurdistanê 500 xwendingehên nû ava dikin
Mamosta Ebid Yusif Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Dihok li daxuyaniyeke taybet de behsa pirsgirêkên perwerdehiyê û kêmbûn û bê serûberiya avahiyên xwendingehan kir, û her wiha da zanîn ku îsal li ser biryara Serokê Hikûmet 500 xwendingeh li Herêma Kurdistanê da tê avakirin û ji wê rêjeyê jî 117 xwendingeh li parêzgeha Dihokê tê avakirin.
Birêvebirê Giştî yê Perwerdehiya Dihokê ragihand, îsal rêjeya derçûna polî 9 ê bineretî ji salên berê gelek baştire û salên derbasbûyî perwerdehiya giştî ya Dihokê li ser asta Kurdistanê li pileyên wê paşde dihat, lê belê îsal piştî perwerdehiyên Germiyan û Silêmanî Perwerdehiya Giştî ya Dihok tê, wate perwerdehiya Dihok îsal pileya sêyem bi destanî, eve jî wê yekê digihîne ku sal bi sal asta perwerdehiyê li Dihokê berev pêşve diçê.
Mamosta Ebid ronahî kir ku “kêmbûn û bêseruberiya avahiyên xwendingehan mezintirîn kêşeya meye, lê belê niha biryara fermî ji Encûmena Wezîran derketiye ku 500 xwendingehên 18 polî li Kurdistanê de ava dikin. Ev xwendingeh jî li ser perwerdeyên Kurdistanê da hatine dabeş kirin û perwerdehiya giştî ya Dihokê jî 117 xwendingeh li ber ketiye ku bi dû qonax ew xwendingeh dihêne dirust kirin, li qonaxa yekemda 67 xwendingehên 18 polî dibin, lê belê li hinek gundan de pêwîstiya me bi xwendingehên biçûke û dibe ku li hinek xwendingehan 18 polî bikin 4 polî û 6 polî hem ji bo gundan başe hem jî rêjeya dirustkirina xweningehan li sînorê me zêdetir dibê”.