Civak
Balafirxaneya Şerafeddîn Elçi
Recep Tayyip Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê da zanîn ku Balafirxaneya bajarê Şirnexê gihiştiye asta xelas bûnê û navê vê Balafirxaneyê jî dikin Balafirxaneya Şerafeddîn Elçi.
Li rêwresma vekirina Balafirxaneya Çewlik(Bingol)ê Erdogan axaftinek kir û da zanîn ku Balafirxaneya Şirnexê gihîştiye asta xelasbûnê û em bi niyazin navê wê Balafirxaneyê bikin Balafirxaneya Şerafeddîn Elçi. Ji ber ku Şerafeddîn Elçi Wezîrê berê û kurê vî bajarî bû.


