Cîhan

Kurdistan dergehê bazirganiya Îrane

Ji aliyê Amerika ve zêdetirbûna abluqeyên(ambargo) li ser Îranê vê derfetê daye destê bazirganên Kurdistan û Iraqî bo ku bi awayeke pêşîn muamele bikin û eve jî bûye sedem ku êdî hawaleya banqê kêm bûye. Wate wekî salên berê kirîn û firoştin bi pereyê pêşîne.

Li demek de ku şandina neftê Îranê tûşî pirgirêkeke mezin bûye, bazara bazirganiya Îran û Kurdistan û Iraqê zêdebûye û germiyekî ber bi çav bi xwe ve dibîne. Li gor raporan % 72 şandina Îranê ji Kurdistan û Iraqê derbas dibe û şandina Iraqê li ser Îranê îsal % 15 zêde kiriye. Ji bo vê yekê jî em dikarin bibêjîn ku Iraq li ser rûyê wan welatane ku rê didin şandina Îranê.

Eve li demek deye ku Serokê Amerîka Barack Obama roj bi roj zextên li ser Îranê zêdetir dike û biryara ewe jî daye ku ew kompanya û rêxistinên muamele li gel Îranê bikin dihêne sizadan.  Abluqeyên berê yê Amerîka û hevpeymanên wê wiha kirine perê Îranî beramber bi pereyên welatên din kêmbûneke mezin bi xwe ve bibîne.

Back to top button