Polîtîk

Li Kurdistanê 1.050.000 koçber û penaber hene

Birêveberê Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan ya li Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo pêşkêşkirina kêmtirîn xizmetguzariyan bi koçberan, Hikumeta Herêma Kurdistanê rojane pêwîstî bi dû milyon û 700 hezar dolaran heye û kêmkirina palpiştiya darayiyên Neteweyên Yekgirtî ya ji bo koçberan bandoreke zêde li ser Herêma Kurdistanê kiriye, ji ber ku Hikumeta Federal wê budçeya ji bo palpiştiya koçberên navxweyî hatibû terxankirin biriye”.

Hoşeng Mihemmed Birêveberê Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan ya li Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê, di derbarê hejmara wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê nîştecihin ragihand: “Li Herêma Kurdistanê niha milyonek û 50 hezar koçber û penaber hene ku 788 hezar koçberên navxweyî ne û 243 hezar penaberên Sûriyê ne, 8 hezar û 500 penaberên Tirkiyê ne û 10 hezar û 800 penaberên Îranî ne û 700 jî penaberên Filistînî ne”.

Back to top button