Karker jî wekî fermanberên Hikûmetê têne xanenîşîn kirin
Berpirsekî Wezareta Kar û Karubarê Civakiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ew kesên li kerta taybet de kar dikin wekî fermanberên hikûmetê têne xanenîşîn(teqawid) kirin bi mercek ku desteberê Hikûmetê da be.
Dr Arif Hîto Birêveberê Giştî yê Kar û Desteberê Civakiya Wezareta Kar û Karubarê Civakiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Karkerên kerta taybet eger desteberî ji bo wan bêkirin û temen û xizmeta wan temam bê, wekî fermanberên Hikûmetê têne xanenîşîn kirin. Li gor yasaya hejmara 39ê sala 1971 û yasaya hejmara 4 ya sala 2012 û tevahiya mafên xanenişîniyê li wan digrê, ev yasa ji bo wan karkeran ber kare ku tevahiya mercên wan têda hebe”.
Her wiha ragihand: “Ji bo zilaman pêwîste temenê wan 60 sal û jinan jî 55 salan temam kiribin, salên xizmetê jî ji bo zilaman 25 sale û ji bo jinan jî 20 sal xizmet hatiye danan. Eve ji bilî wê yekê ku ew kes pêwîste hatibe desteber kirin bi %5 ji mûçeya mehaneya karkerane û %12 bi giştî mûçeya heyvaneye ji aliyê karsazan ve tê dayîn.”.
Berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Heta niha zêdetirê 750 karkerên kerta taybet xanenişîn bûne û mûçe ji Hikûmetê werdigrin, her kesek jî xalên wî temam nebê û temenê wî bigihe rêjeya diyarkirî wê demê mûçeya 3 salî li ser yek werdigre wekî padaşta xanenişînî lê belê nabê mûçexor”.