Civak

Li Kurdistana Başûr firokvanên cengê tên gihandin

PNA – Piştî têkçûna rejîma berê ya Iraqê, xoleka (Kursek) firokevanîyê hat vekirin û çend efseran beşdarî tê de kirin. Di evê xolê de sê efserên kurd jî hebûn û bi awayekî serkevtî bûn firokevan. Bê goman, ev firokevanîya han jî ya firrokeyên cengê ye.

Li gora gotina ragirê koleja firokevanîyê Elî Huseyn, di vê xolê de 17 efser beşdar bûbûn û di nava erk û rahînanê de, kar û çalakîyên mezin encam dane.

Elî Huseyn got: Van efseran di maweya (muddeta) salekê de, tenê firokeya JetRanger dihajotin. Ev xola han a firokevanîya cengê, yekemîn xola piştî nemana rejîma Seddam e.
Elî Huseyn weha jî got: Ji nava ewan 17 efserên firokevan, sê (3) firokevên Kurd hene.Van efseran rahînanên xwe li ser nûtirîn corên firokeyên cengê dîtine, rahînanên wan di bareya gelek amîrên dinên asmanî jî de bûne.

Back to top button