Li tirkiye dawiya planên înkilaban nayê
Enqere – Rojane di derbarê planên înkilabên leşkerî de tiştek nû eşkere dibe û planên nû derdikevên holê. Dema lêgerîn li baregehê girtiyê doza Ergenekonê Albay Levent Göktaş hatî kirin gelek belge hatibûn destxistin. Di nav van belgeyan de di DVD kî de gelek tiştên balkêş hebûn. Di vê DVD-ê de plankirina 8 înkilabên lêşkerî hatibûn kirin. Dixweyê di demek kurt de leşkeran plana amadebûna 8 înkilabên leşkerî kirine.
Inkilabên ku hatîn plan kirin bi vî awayî di vê DVD-ê de cig girtine: Acar (1998), Alev (2002), Altay (2001), Atak (2002), Balyoz (2002), Barbaros (2001), Yarasa (2004), Yılmaz (2002), Yıldırım (2001).
Gelek caran Dozgerên doza Ergenekonê, di derbarê van planan de agahdarî ji serfermandariyê xwestine, lê her carê nehînî sedem hatiye nîşandan û bersiva dozgeran nehatiye dayîn. Herweha eşkere bû ku, dozgeran ji berî 11 mehan di derbarê plana Balyozê de jî agahdarî ji leşkeran xwestine , lê tu agahdarî ji bo wan nehatiye dayîn.