Civak

Li Kurdisanê şer belav dibe

Îro li derdor li Sêrtê navça Xesxêr û Dihê çêkdarên PKK-ê êrîş birin ser xanî û qerekolên leşkeran. Demjimêr 20.00, hinek çekdarên PKK-ê li Xesxêra qeza Sêrtê, xaniyê leşkera û polisan kirin armanca êrîşek çekdarî. Şer di nav leşkera û çekdarên PKK-ê de derket. Di encam de 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker û 4 sivîl jî hatine birîndarkirin.

Li Dihê jî çekdarên PKK-ê êrîş birin li ser cihek leşkerî û di encam de 4 leşker birîndar bûn, li gora ragihandina PKK-ê du leşker jî hatine kuştin. Li gora aghdariyan li devera Dersimê jî şerek  destpêkiriye.

Herweha  li Sêrtê polisan bi tuhmeta propaganda kirina PKK-ê 5 kes girtin û berpirsêk yê BDP-ê yê çaxa Sêertê jî di nav girtiya de ye.

Back to top button