Li Izmirê êrîşê avahiya PSKê kirin

0
11

Li Izmirê nijadperestên tirk êrîşê avahiya Partiya Sosyalist a Kurdistanê kirin.Li gora daxûyaniyek ya PSKê piştî vekirina şaxa PSKê ya Izmirê li ser medya Civaki dijitiyek mezin hate kirin û gelek cara berpirsên partiyê tehdit kirin.Heri dawî bi dehan telefon ji serokê PSKê yê şaxa Izmirê Rahmi Atman re vekirin û ew tehdit kirin û daxwaz kirin ku tabela partiyê bînin xwar.Di vê derbarê de cîgirê serokê partiyê Newzat Teker daxûyaniyek belav kir û got, dema me parti vekirî me dizaniya ku dê ev êrîşên nijadperestî li himber partiya me pêkwerin. Lê ev êrîş me ji rêya me venagerine.Me di vê derbarê de serî li dozerê deverê daye. Herweha Teker van êrîşan şermezar dike daxwaz dike ku dezgehên berpirsiyar erkê xwe rabin û tawanbara bigrin.

Nerîna min :