Tê gotin ku li Sahedan a eyaleta Sîstan-Belûçîstanê dîsa li dijî rejîma totalîter a Tehranê xwepêşandan hatin lidarxistin Ev ji hêla çalakvanên herêmî ve tên ragihandin

Li gorî çalakvanan, tevî tedbîrên tund ên ewlehiyê û astengkirina înternetê, roja Îniyê li Tehran û li başûrê rojhilatê Îranê gelek kesan li dijî hikûmetê xwepêşandan kirin. Vîdyoyên ku ji hêla Kampanyaya Çalakvanên Belûç ve li ser Telegramê hatine weşandin, nîşan didin ku xwepêşandêran pankartên bi nivîsa “Mirin bo Dîktator” hilgirtine û li navenda Sahedan, paytexta Sîstan-Belûçîstanê dimeşin.

Xwepêşandanên nû ji ber raporên ku dibêjin doktorek di bin çavkirina polîsan de hatiye kuştin, dest pê kir. Tê gotin ku di dema çalakiya protestoyan de hatiye girtin. Li gorî malpera Hal Vash, doktor Îbrahîm Rîgî di sala 2022’an de li bajarê Sahedanê hat girtin, bi kefalet tê berdan, piştre careke din bangî navenda polîsan dikin û bi lêdanê tê kujtin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: