Civak
Li Îranê 3 Kurdên din hatin şeniqandin

Rejîma Îranê ji şeniqandin û kujtina Kurdan têr nabe. Li bajarê Ûrmîyê sê Kurdên bi navên “Elî Şahînnijad, Sulet Tewsen û Canelî Nedîmî” ji ber sedemên cûr be cûr di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatin şeniqandin.
Li gor daxuyanîya Sazîya Mafê Mirovî ya Hengawê, îro 8ê Kanûna 2023an, cezayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên “Elî Şahînnijad” yê temen 39 salî, “Sulet Tewsen” yê temen 40 salî û “Canelî Nedîmî” yê temen 62 salî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hat bicîhanîn.
Canelî Nedîmî 4 sal berî niha, Sulet Tewsen salek berî niha û Elî Şahînnijad jî 3 sal berî niha di sê dosyeyên cuda de bi tohmetên cûr be cûr bi cezayê şeniqandinê hatibûn darizandin.