Cîhan

Danîmarka „Qanûna Quranê“ pejirand

Parlamentoya Danîmarkayê qanûna ku şewitandina Quranê qedexe dike pejirand.

Qanûna ku bi navê Qanûna Quranê tê zanîn, bi 94 dengên erê beramber 77 dengên na hat qebûlkirin.
Kesên ku qanûnê binpê dikin wê cezayê diravî bixwin yan jî heta du salan cezayê girtîgehê bistînin.

Di salên dawî de li Danîmarkayê çalakîyên wek şewitandina Quranê çêdibûn û wan çalakîyan jî dikir ku nakokîyên Kopenhagen û welatên misilman gur gibe.

Îstixbarata Danîmarkayê diyar kiribû ku zêdebûna çalakîyên wek şewitandina Quranê gumana êrîşên terorî zêde dike.

Li Swêdê jî çalakîyên wek şewitandina Quranê li dar ketin û îstixbarata Swêdê jî hişyarîya terorê dabû.
Hikûmeta Swêdê jî wek ya Danîmarkayê amadekarîyê dike ku qanûnek wek ya Danîmarkayê bipejirîne.

Hikûmeta Danîmarkayê qanûna ji bo qedexekirina kiryarên xirab yên li dijî nivîsên olî meha Tebaxê anîbû rojevê û diyar kiribû ku ew dixwaze peyamekê bide cîhanê.

Back to top button